Rojnameya “Experes London” a Birîtaniyayê roja Şemî 10ê Befranbarê, di raporekê de nivîsiye: “Rejîma bêrehm a Îranê di serhildana 100 roje ya xelkê nerazî de 65 zarok ku ji wan xwenîşanderke xelkê Pîranşehrê 10 sal temen hebû, kuştiye.
Rojnameya “Experes London” nivîsiye: Di nav wan 65 zarokan de temenê 5 ji wan di bin 10 saliyê de ye ku yek ji wan keçek 8 salî ya xelka bajarê Pîranşehrê ye ku 29ê Oktoberê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bûn bi armanc û canê xwe ji dest dan.
Her di vê derheqê de Ajansa Nûçegihaniya Hêranayê dawî amara şehîdên serhildana li Kurdistan û Îranê belav kiriye ku 511 kes hatine şehîdkirin.