Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema fîlterîng li Îranê %20 bikarhênerên înternetê, karê xwe ji dest dane

16:43 - 7 Kanûna Paşîn 2023

Malpera “Cab Vîziyon” amarek nû belav kiriye, ku di heyama 4 mehên derbasbûyî de bi sedema fîlterînga berfireh ji her 5 kesan kesekî karê xwe yên li ser tora înternetê ji dest daye.

Pêka amara “Cab Vîziyon”, piştî serhildana seranserî ya xelkê Îranê û rêgirîkirina rejîmê ji destpêregihîştina xelkê Îranê bi înternetê, paşhatên xirab wek jidestçûna hêza kar, zêdebûna bawerînekirin ji paşerojê, kêmbûna mûçe û heqdestan û sekinîna bernameyên geşedanê li pey xwe aniye.

Pêka çarta “Cab Vîziyon”ê %46 saziyan bi sedema astengkirina înternetê di vê dawiyê de zêdetir ji nîveya bernameyên vergirtina hêza kar a xwe sekinandine, an bi paş xistine û nêzî %80 a saziyan, bernameyên vergirtin û dana kara xwe kêm kirine.

Herwisa %45 a bingah an karûbarên ku girêdayî bi înternetê ne, biryar dane ku mûçeya karmendên xwe kêm bikin an neçar mane ku bi derengî mûçeyên wan bidin.