Seîd VEROJ
1. Kurteyek ji bo bîrxistian rabirdû
Di salên 1979-1980an de li herêmê hinek bûyerên sîyasî-civakî yên nûh pêk hatin ku bi giştî ji bo dîroka sîyasî ya Rojhelata Navîn û herweha ji bo tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê û taybetî jî ji bo Başûr û Rojhiletê Kurdistanê rewşeke nûh derxistin meydanê. Di navbera Misir û Îsraîlê de çêbûna Peymana Camp Davidê, dagirtina Afxanîstanê ji alî Artêşa Sor ve, li Îranê pêkhatina Şoreşa Îslamî bi serokatîya Ayetullah Xumeynî, destpêkirina şerê Îran û Iraqê û li Tirkîyê çêbûna darbeya leşkeri. Ji ber ku babeta me Îran û rojhiletê Kurdistanê ye, ez dê bêtir basa Îran û rojhiletê Kurdistanê bikim.
Di 11ê Sibata 1979an de li Îranê înqilabek Îslamî çêbû; di encama vê Înqilabê de, monarşîya bi serokatîya Mihemed Riza Pehlewî têkçû û li şûna wê bi serokatîya Ayetullah Xumeynî rejîma Cimhurîya Îslamî ya Îranê li ser esasên mezheba şîtîyê desthilatdarîya dewleta Îranê bi dest xist. Îrana dema monraşîya Pehlewîyan, ji hereketên meşrûtî yên destpêka sedsala 20an vir ve wek dewlet-neteweyek bi serdestîya etnîsîteya Pars (Fars)an hatîbû sazkirin û heta sala 1934an jî navê dewletê “Persîya” bû û paşê nevê wê guhartin, bêyê ku hiquqa miletên Îranî (Aryanî) yên nav dewletê nas bikin. Rejîma Îslamî ya piştî monarşîya Pehlewîyan jî, vê sîyasetê berdemaw kir.
Di encama înqilaba Îslamî de Xumeynî, di bin serwerîya etnîkî ya Farisan de rejîmekê teokratîk/totalîter damezrand. Ji wê şûn ve, bi girêdayî referansên Îslamî yên wekî “hemû misilman birayê hev in” û em jî nûnerê wan in, herweha li ser pirensîba “yekîtîya netewî ya Îranê”, huquq, mafên kulturî, sîyasî û netewî yên hemû milletên nava Îranê; Kurd, Azerî, Belûc, Ereb, Tacîk, Peştûn, Gîlanî, Lûr û Ermen û wd. hatin redkirin.
Di pêvajoya guherîna rejîmê de, beşek girîngê rojhiletê Kurdistanê ketîbû bin kontrola PDKÎ û Komelayê. Serokê PDKÎ Abdurehman Qasemlo, di meha Adara 1979an de ji bo “Meclîsa Xibregan” hate hilbijartin lêbelê Xumeynî rê neda ku ew nûnertîya miletê kurd bike. Her çiqas ku di roj û mehên pêşî yên Înqilaba Îslamî de bi serokatîya sekreterê PDKÎ Abdurehaman Qasemlo û hinek nûnerên din yên miletê Kurd çendîn car hevdîtin çêbûn jî, daxwaza “otonomî ji bo Kurdistanê” nehate qebûlkirin. Digel vê yekê, ji alîyê Xumeynî ve fetwa kuştina serkirde û serokên miletê Kurd hate belavkirin.
Di vê demê de, pêncî û çar (54) sal piştî têkçûna Komara Kurdistanê, ji nû ve beşekê girîngê rojhiletê Kurdistanê ketîbû bin kontirola rêxistin û pêşmergeyên Kurdistanê. Lêbelê di hafiza dewleta Îranê de, pêvajoya ragehandina Komara Kurdistanê di sala 1946an de nehatîbû jibîrkirin. Rejîma Cimhûrîya Îslamî ya Îranê di meha tebaxa sala 1979ê de, ji bo kontrolkirin û ji nûh ve dagirtina rojhiletê
1 Axaftina min a di Konferansa “Geşedanên Li Rojhelatê Kurdistanê û Îranê”, 07.01.2023, Dîyarbekir
Kurdistanê, şer û êrîşên rejîma nû ya melayên Îranê dest pê kirin. Di navbera pêşmergeyên Kurd û leşkerên rejîma Îslamî de, şer û pevçûnên dijwar çêbûn. Di sala 1983an ji bo ku xelkê sivîlê Kurdistanê bêtir zerar nebîne, PDKÎ û Komelayê terka bajaran kirinin û li herêmên gundewar û çîyayî de dest bi şerê pêşmergayetî kirin ta bi dawîhatina şerê Îran û Iraqê. Ji rawestandina şer şûn ve, sekreterê PDKÎ Abdurehman Qasemlo dest bi hewldanên sîyasî û aştîyane kir lêbelê ew bi bêbextî ji alîyê nûnerên rejîma totalîter a Cimhurîya Îslamî ya Îranê ve di 13ê Temûza 1989an de hate şehîdkirin. Ji destpêka salên 1990î şûn ve, piranîya serkirde û kadirên rêkxistinên tevgera neteweyî yê rojhiletê Kurdistanê ji bêgavîyê derketin dervayê welat.
2. Çirûska vêkxistina serhildana (raperîna) dijî Rejîma Cimhûrîya Îslamî: Kuştina keça Kurd Jîna Emînî
Di roja 13ê Eylûla 2022an de Jîna ya keça Kurd, bi sebeba ku cilûbergê wî ne li gorî destûrên rejîma Îslamî ye, ji alîyê polîsên Îranê ve hate girtin û di encama lêdan û îşkenceyên polîs de, roja 16ê Eylûlê canê xwe ji dest da. Ew jî tevlî karwana bi hezaran qurbanîyên rejîma teokratîk û totalîtera Îslamî û dagirkera Îranê bû. Cenaza wê, bi tevlîbûna hezaran jin û lawên ciwanên Kurd li bajarê Saqiza rojhiletê Kurdistanê hate veşartin. Jîna ne qurbanîya pêşî û ne jî ya dawî bû, lêbelê ew bû çirûska vêkxistina serhildana li hemberê rejîma Îslamî ya Îranê.
Ev xwepêşandan û nerazîbûna li hemberê rejîmê li bajarê Saqizê dest pê kir, peyderpey li hemû bajar û bajarokên rojhiletê Kurdistanê; li Sinê, Mehabad, Wirmîyê, Nexede, Serdeşt, Banê, Şino, Merîwan, Mukrîyan, Bokan, Kirmanşa, Ciwanro, Pawe, Kamyaran, Dîwandere, Pîranşar, Xoy, Hemedan, Qesrê Şîrîn û Îlam belav bû. Ev nerazîbûn û reaksîyona ku ji alîyê miletê Kurd ve, li hemberê rejîma otokratîk/totalîter hate nîşandan, di rastîya xwe de reaksîyona hemû milet, grubên etnîkî û tebaqeyên cîyewazên Îranê bû, bi taybetî jî yê jin û ciwanan bû.
Ji ber vê, di demekê kurt de, xwepêşandan li gelek eyalet û bajarên Îranê jî belavbûn; li ciyên wekî; Belûcistan, Mazenderan, Hozistan, Kirmanşa, Gîlan, Xoresan, Azerbeycan, Loristan, Hemedan, Tehran, Tebrîz, Meşhed, Qum, Îlam, Îsfehan, Şîraz, Erdebîl, Elborz û gelek bajarên din bi bilindbûna deng û dirûşmên "bijî Kurdistan" belav bûn. Bi gotina nivîskar Arif Qurbanî, “Di dîroka Cimhûrîya Îslamî de, cara pêşî ye ku kuştina kurdekî, ji alîyê miletên din ên nava Îranê ve tête protestokirin.” (https://www.rudaw.net/turkish/opinion/26092022). Êdî ew xwepêşandan, bi pêşengîya jin û ciwanan bûn serhildanekê (raperînek) li dijî rejîma Îranê û nizîkê sê meh û nîv e ku berdewam dike. Li gor raportên rêkxistinên sivîl û mafê mirovan; heta vê gavê ji 500 kesan zêdetir xwepêşander hatine kuştin; 35 jin û 65ê wan jî zarokên di binîya 18 salan de ne. Herweha bi sedan kes jî birîndar in, nêzê bîst hezar kesan hatine girtin û hepiskir, ji bo sedan kesan jî cezayê îdamê tête xwestin…
Li ser vê tevgera sivîl û serhildana gelê Îranê û rojhiletê Kurdistanê gelek şirove têne kirin. Lê weha xuya dibe ku vê carê bi gelek xusûsîyetên xwe ve ne wek yê berê ye. Lewra, di nav 44 salên desthilatdarîya rejîma Îslamî ya Îranê de, gelek carên din jî xwepêşandan û serhildanên xelkê çêbûne û ew serhildan di nav demekê kurt de hatine serkutkirin û têkbirin. Çalakî û serhildanên berîya nûha ev qas dirêj
neajotine û ev qas piştgirîya berfireh ji xelkê Îranê negirtine. Weha xuya dibe ku vê carê dê ne wek berê be. Lewra, vê carê tevgera serhildanê li gelek eyalet û bajaran belav bûye; digel hemû cûre êrîşên hovane yên rejîmê, demeke dirêj e ku tevgera xelkê bêyî bikaranîna tûndûtîjî berdewam dike; digel ku serkêşîya vê tevgera sivîl jin û ciwan dikin, grub û tebaqeyên cûr bi cûr jî piştgirîya wan dikin, bi taybetî jî xwendekar û mamosteyên ayînî, cemeatên Ehlî Heq û Yaresanî.
Bêguman tenê bi serhildana jin, ciwan, mamoste û beşekê esnafan têkbirina rejîmê dê ne asan be, lê ji daxuyanîyên rêvebirên emnî û ewlekarîya Îranê weha dîyar dibe ku rejîma Îslamî ya totalîter li hundir û derva ketîya tengasîyeke girîng. Ji ber vê yekê, hemû hêzên ewlekarî yên dewletê û caşên bi wê ve girêdayî, her roj bi awayekî hovane, li ber çavên hemû dinyayê, li her derekî êrîş dibe ser xelkê serhildêr û bi taybetî jî li gund, bajar û bajarokên rojhiletê Kurdistanê; qesta can û malê xelkê dikin, wan gulerbaran dikin; zarok, jin û mêrê wan dikujin, xanîyên wan xera dikin, derî û camên xanî û dikanên wan dişkînin, disotin, otomobîlên wan dişikînin, nahêlin xwarin û îlac bigehê ber destê wan.
Dewleta zilimkar û dagirkera Îranê, qîma xwe bi tenê karanîna hêzên ewlekarî û caşên bi wan ve girêdayî nayîne, bi tevî alîgir û endamên “Cepheya Miqewemendê” yên gurubên wekî Hejdê Şabî, Hizbullah, Zeynebyûn û Fatimîyûn bi taybetî jî anîne rojhiletê Kurdistanê da ku qetla miletê kurd bikin. Ji ber vê yekê, lawê Mewlûd Bokanî yê ku ji alîyê hêzên rejîmê ve hate qetilkirin dibêje: “Rejîm li Tehranê cop û çoyan bikartîne, li Kurdistanê jî berik û guleyan bikartîne. Sebebê vê jî ev e: Lewra Cimhurîya Îslamî li Tehranê faşîst e, li Kurdistanê dagirker e.”
Rejîm bi xwe qebûl bike û neke, êdî di nav gelê Îranê de îtibara îdeolojîya wê nemaye û nirxên ku li ser hatîya damezrandin, roj bi roj bêtir dihelin û bawerîya pirranîya xelkê hîç pê nemaye. Ji ber vê, dixwaze vê serhildana sivîla hemû gelên Îranê, wek tevdan û midaxaleya hêzên dervayî yên wekî Amerîka û Îsraîlê nîşan bide. Di vê çarçoveyê de, dixwaze partî û rêxistinên sîyasî û medenî yên rojhiletê Kurdistanê û yên din, bi egera rêxistinkirina pêkanîna ajandaya dewletên bîyanî tawanbar bike, bi vê awayê mesele wek meseleyekê millî ya Îranê nîşan bide, piştgirîya xelkê din û yên faris jê qut bike, zordarî û qerekterê xwe yê dagirkerîyê jî veşêre.
Ji bona ku karibe vê pîlana xwe pêk bîne, dixwaze rêxistinên rojhiletê Kurdistanê bikişîne ser zemînekê tûndûtîjî û çekdarîyê. Bi mûşekan êrîşkirina li ser erdê başûrê Kurdistanê, êrîşkirina li ser kampên sivîlên rêxistinên rojhiletê Kurdistanê jî bi giranî ji ber vê yekê ye. Bi tevî van êrîşên esmanî li gelek cîyan û bi taybetî li hinek herêmên gundewar, cil û bergên pêşmerge li caşan û endamên gurubên Cepheya Miqewemend dikin û wan rêdikin nava xelkê. Dixwaze bi vî awayî wan li ser navê pêşmergeyên partîyên rojhiletê Kurdistan nîşan bidin, şer û şîddetê bidin destpêkirin da ku êrîşên xwe yên dirinde rewa nîşan bidin. Lêbelê bi tevî karanîn van hemû rê û rêbazên qirêj, hemû kiryarên hovane û nehuquqî, heta vê gavê bi giştî nekarîne îradeya miletê Îranê û bi taybetî jî ya rojhiletê Kurdistanê bişikînin. Eger ku ev serhildana giştî ya gelên Îranê û rojhiletê Kurdistanê, rejîmê têknede û lawaz neke, tawizan jê wernegre, hinek maf û azadîyên xwe bi dest
nexîne, bêguman dê xelkê serhildêr bedêleke giran bide û taybetî jî dê rejim li rojhiletê Kurdistanê pêleke nû ya terorê bide destpêkirin.
3. Kurteyek li ser rewşa sîyasî ya navdewletî û herêmî
“Îro dinya rûbirûyê qirîzekî (bohranekî) giran e û rewşekî kaotîk mewcûd e. Bi tevî şewba Covîdê, dagirtina Ukraynayê ji alîyê Rusayê ve, vê rewşa kaotîk gihandîye radeyekî tûndtir. Meseleyên sîyasî û aborî yên global, her ku pêde diçe hîn zêdetir pevçûn û dubendîyan derdixe meydanê. Têkoşîna hegemonya global ya navbera DYA û Çînê û tesîra wê, her roja ku derbas dibe zêdetir dibe. Ev rikaberîya hegemonya global, bi tevî geşepêdana populîzma li tevayê dinyayê jî, bûye sebebê tevlihevîya çareserîya pirsgirêkên sîyasî, aborî û civakî. Ev pirsgirêkên global û rewşa kaotîk û têkoşîna hegemonyayê, bêguman dê tesîrên girîng li ser dahatûya Rojhelatanavîn û Kurdistanê jî bike. Hêzên herêmî û xwecihî jî, dê li gor berjewendîyên xwe yên netewî, digel alîyên dijber helwesta xwe dîyar bikin.” (http: //kovarabir.com/mehmet-emin-aslan-dogu-kurdistan-ve-iranda-yasanan-siyasal-gelismeler-uzerine/)
Di vê rewşa heyî de, Cimhûrîya Îslamî ya Îranê, di cebheya Rusyayê de cîyê xwe girtîye, bi dayina alavên şer û drona, bûye parçeyek ji şerê Rusya û Ukraynayê. Ji alîyê din ve jî girêbest û peywendîyên xwe yên bi Çînê ra pêş dixe. Bi taybetî têkilîyên Çîn û Erebîstana Suûdî, bi giştî jî têkilîyên dewleta Çîn û Erebên din dê çi tesîr li ser dahatûya van têkilîyan bike em dê bibînin. Ji alîyê din ve jî meseleya Nukleerê heye ku tesîreke pirr girîng li ser têkilîya Îran, Amerîka, Îsraîl û hemû dewletên Yekîtîya Awrupayê dike.
Ji alîyê Kurdan ve rast xwendin û nirixandina van pirsgirêk û têkilîyan pirr girîng e. Dewleta Îranê di vê hengâmeyê de, ji bo ku têkçûna xwe ya îdeolojîk û sîyasî veşêre, serê grub û miletên nava Îranê tevlîhev bike, dixwaze van meseleyên navdewletî bîne bi serhildana sivîl a nava xwe ve têkildar bike. Ji bo vê, her daîm bi xwe û bi destê endamê Cepheya Muqawemendê êrîşê başûrê Kurdistanê dike û kîjan kurdî jî destgîr bike, bi hevkarîya dewletên ecnebî yên wekî Amerîka, Îsraîl û Awrupayî tawanbar dike. Bêguman ev derew û îftira ye, herweha manîpulasyonekî pirr mezin e.
Her çiqas rejîma Îslamî ya Îranê bi awayekî fermî ji 31 eyaletên cûda pêk hatîbe jî, bi yasayî û huquqî, mafê kulturî û sîyasî yên tu gurub û etnîteyekê din nayê naskirin û qebûlkirin. Divê em Kurd û dinya giş bizane ku ev rejîma Îslamî ji roja damezrandinê ve heta îro li dijî demokrasî, azadî, wekhevî, mafê mirovan û amfê jinan e, hîç tehamûl li hebûna kultur û bawerîyên cîyawaz, nasnameyên neteweyî û etnîkî yê dervayê Farisan nake.
4. Gotina dawî û pêşnîyar
1. Berîya sê meh û nîvan ew çirûska ku bi kuştina keça Kurd Jîna dest pê kir, bi piştgirî û beşdarbûna alî û tebaqeyên cûr bi cûr gihiştîye radeya raperînekê giştî ya pirranîya miletên Îranê. Di vê raperînê da; rola jin, ciwan, esnaf û bi taybetî jî helwesta mamosteyên ayînî li Kurdistanê, hêjayê pesindanê ye.
2. Bi awayekî giştî hîn dîyarnebûn û pêknehatina muxalefet û serkirdayetîyeke sîyasî li tevayê Îranê, yek ji sebebê girîng ê lawazmayina serhildanê (raperînê) ye li
seranserê Îranê. Zelalnebûna babeta serkirdayetî û armanca sîyasî ya serhildanê, gumana peyda dike di nav xelkê de ku gelo siberojê piştî têkçûna rejîma Îslamî dê çi bibe, desthilatdarîya nûh xwedî sîyaset û bernameyekê bi çi rengî ye?
Ev babet li Kurdistanê bêtir zelal bûye; rêberîya siyasî ya raperînê li rojhiletê Kurdistanê, bi lawazî be ĵî ji alîyê ciwan, jin, sazîyên sivîl û partîyên sîyasî yên rojhiletê Kurdistanê ve tête birêvebirin. Bi navê Kordînasyona Hevkarîya Partîyê Kurdistanî navendek hatîye pêkanîn. Hêvîdarim ev navend, li derva û hundirê welat, bi beşdarbûna sazî û kesayetên pêşhatîyên civaka rojhiletê Kurdistanê bereya xwe hîn berfirehtir bike, bigehîne dereceya bereyekê neteweyî.
3. Rebaza raperînê ya îro durist e, bêyî bikaranîna çek û tûndûtîjî berdewamkirina raperîna xelkê pirr girîng e. Lewra çek û şer alîyê herî xurt ê serdest û dagirkerên Kurdistanê ye, bêguman ew dixwazin bi gelek têkilîyên qirêj vê tevgera sivîl a raperîna xelkê bikşînin ser zemînekê tûndrew û çekdarî, da ku meşrûtîyeta raperînê bête hilanîn û wireya xelkê bête şikandin.
4. Birêkxistin û gurrkirina xebata Kurdên dîasporayê li ser zemîneke neteweyî pirr girîng e; divê bi dûrê karanîna tûndûtîjî, xebata pirralî ya kurdên dîasporayê li her weletê ku Kurd tê de hebin bête geşkirin û berdewamkirin, însîyatîfa meydan û kolanan ji dest neyê berdan.
5. Piştgirîya raya giştî ya dinyayê û sazîyên sivîl, helwest û daxuyanîyên sîyasî yên nûnerên dewletên Rojavayî û Amerîkayê ne bi qasê xwestina dilê me be jî, lê ne xerab e jî. Ji Komîsyona Mafê Jinan ya bi girêdayî Neteweyên Yekgirtî derxistina nûnerên Îranê, pêngavekî pirr girîng e û divê hewldanên bi vî rengî berdewam bikin, da ku welatên demokratîk polîtîka û helwestên xwe yên li hemberê Cimhûrîya Îslamî ya Îranê biguherînin. Ji bo ku polîtîka û kiryarên nehuquqî û neînsanî yên rejîma Cimhûrîya Îslamî di raya giştî ya dinyayê de bêtin teşhîrkirin û meşrûtîyeta desthilatdarîya wê lawaztir bibe.
6. Di vê serhildanê de, zixt û zordarîya herî mezin li ser du miletên mezlûm; Kurdistan û Belûcistanê tête kirin. Divê kom û miletên din yên nava Îranê, bi taybetî jî xelkê Faris û Azerbeycanê, bêtir denge xwe derbixin û hîn zêde piştgirîya van miletan bikin. Lewra têkçûna rejîmê, dê bibe mizgînîya hemû alî û miletan.
7. Bi taybetî li Tirkîyê û welatên din ên herêmê, bi giştî dengê hinek sazîyên sivîl, gurubên çepgir û dîndaran hîç dernayê ku ew daîm borîya Filîstinê pif dikin, ji bo piştgirîya wê bi deh hezaran derdikevin meydanê. Ma dewleta Cimhurîya Îslamî ya Îranê, welatê miletê Kurd, Belûc, Azerî, Ereb, Gîlanî û yên din nedagirtîye, huquqê wan înkar nake û zulum li wan nake?