Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cawîd Rehman: Dibe îdamkirina “Mihemedmehdî û Mihemed Husêînî” bi tundtirîn şêweyî şermezar bikin

10:21 - 8 Kanûna Paşîn 2023

Cawîd Rehman rîportêrê taybet yê mafê mirovî li Saziya Navneteweyî de li derheq îdamkirina “Mihemedmehdî Keremî û  û Mihemed Husêînî” got: Ew her du girtî di bin îşkenceyên hovane de îtirafên bizorê ji wan wergirtine û di dadgehên nedadperwerane de cazayê îdamê bi ser wan de sepandin e.

Herwisa Cawîd Rehman got, bi îdamkirina wan girtiyan ecêbgirtî û nerhet bûye û ev îdamên han dibe bi tundtirîn şêwazî bên şermezarkirin.

Spêdeya roja Şemî 17`ê Befranbara 1401`an,  “Mihemedmehdî Keremî û Mihemed Husêînî” ku di meşa xwenîşandanên seranserî de hatibûn binçavkirin, demk berî niha bi tohmeta kuştina besîciyê bi navê “Rûhila Ecemiyan” bi îdamê hatibûn cezakirin û Dîwana Bilind a welat jî ev ceza pejrandbû, her du gertî hatin îdamkirin.