Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesek Îranî li welatê Almaniyayê ku pîlan bo êrîşek terorîstî darêtibû hat binçavkirin

10:42 - 8 Kanûna Paşîn 2023

Roja Yekşemî 18`ê Befranbarê, Polîsê Almaniyayê ragihandiye ku welatiyekî Îranî ku temenê wî 32 salî ye, li Rojavayê wî welatî de binçavkirine ku bo êrîşek terorîstî pîlan darêtibû.

Malperên nûçeyî yên Almaniyayê belav kirine ku, wî welatiyê Îranî dixwast, ji çekên biyolojîkî di êrîşa xwe de mifahê werbigire.

Herwisa dozgeriya giştî û polîsên Almaniyayê ragihandine, li cihê derbasî û mana wî de jî madeyên kîmyayî û jehrî, peyda kirine ku dixwast di êrîşên xwe de ji madeyên “Siyanûr û Rîsîn” mifahê werbigire.

Hêjayê baskirinê ye ku, navendên ewlehî yên wî welatî ragihandine ku kesek din jî digel wî kesî hatiye binçavkirin û biriyare ku di çend rojên bê de wan dadgehî bikin.