Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê li derheq îdamkirina 2 ciwanên vê dawiyê bertek nîşan da û ew yek şermezar kir

10:43 - 8 Kanûna Paşîn 2023

Yekîtiya Ewropayê li derheq îdamkirina “Mihemed Husêînî û Mihemedmehdî Keremî” bertek nîşan da û ew kiryara rejîmê bi belgeyek a serkuta hovane da zanîn û Holendê jî balyozê rejîmê banghêj kir.

Yekîtiya Ewropayê roja Şemî 17`ê Befranbarê û piştî îdamkirina du serhildêrên ciwan yên bi navên “Mihemed Husêînî û Mihemedmehdî Keremî” daxuyaniyek belav kir û di vê daxuyaniyê de carek din ji berpirsên Îranê daxwaz kirin ku bi lezgînî cezakirin û îdamkirina neraziyan bisekinîne.

Yekîtiya Ewropayê tevî nîşandan tirs û sama xwe ji îdamkirina wan du ciwanên serhildêr, ew şêwaza cezakirinê bi tundî şermezar kiriye.

Her di vê derheqê de jî, Wezîrê Derve yê Holendê “Vûpkê Hokstra” ragihand ku di vê mehê de me bo cara duyem balyozê rejîma Îranê banghêj kiriye û ji bihîstina nûçeya îdamkirina hovane ya neraziyan li Îranê tirsa xwe nîşan daye.

Herwisa Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê” Nêd Prays” tevî şermezarkirina îdamkirin a “Mihemed Husêînî û Mihemedmehdî Keremî” ew kiryara rejîmê wek taktîkek bo serkuta neraziyan da zanîn.

Di vê pêwendiyê de,  Wezîra Derve ya Kanadayê “Milanî Cûlî” tevî piştevanîkirin ji serhildêrên ku bo bidestxistina mafê xwe berxwedanê dikin bi tekezî gotiye: “Komara Îslamî divê cezakirinên wiha hovane û li dijî mirovahiyê, bisekinîne.