Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nasnameya 82 kes ji binçavkiriyên vê dawiyê yên bajarê Zahidanê hat zanîn

11:49 - 8 Kanûna Paşîn 2023

Di heyama 11 heta 16ê Befranbarê de li bajarê Zahidanê, zêdetir ji 120 hevwelatiyên Belûç ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin ku heta niha nasnameya 82 kes ji wan hatiye zanîn.

Pêka rapora “Kolber News”ê, ji 11 heta 16`ê Befranbarê piştî binçavkirina bikom ya xelkê Belûç li bajarê Zahidanê, zêdetir ji 120 kes ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û nasnameya 82 kes ji wan hatine zanîn ku hejmarek jî wan zarokên temenê 14 an 15 salî ne.

Ragihandinên girêdayî rejîma Îranê bi bêşermiyek tevaw kesên binçavkirî bi “erazil û obaş, dizê çekdar, girêdayî biyaniyan û tîmên dijî ewlehiyê” binav kirine û ew yek di halekê de ye ku piraniya kesên binçavkirî zarok û nûciwan in.

Piştî destnîşankirina Pasdarê terorîst “Mihemed Keremî” wek parêzgarê “Sîstan û Belûçistan”ê, ji aliyê Serkomarê cinayetkar ê rejîmê “Îbrahîm Reîsî” ve, binçavkirin û serkuta hovaneya hevwelatiyên Belûç zêdetir bûye.

Rejîma Îranê bi binçavkirinên zêdetir û serkuta hovane dixwaze dengê azadîxwaziya serhildêran bifetisîne, lê, rastî şikestê hatiye û roj bi roj ew deng bilindtir û bihêztir dibe.