Di Almaniyayê de Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li Ewropayê derheq rewşa çand û ziman û edebiyata Kurdî li welatên penaberiyê li bajarê “Boxom” a almaniyayê, civînek lidar xist
Di rêkefta 07.01.2023an de li ser vexwendina Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li Ewropayê û bi amadebûna hejmarek ji nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ji hemû parçeyên Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên Nivîskarên Kurd yên li welatên penaberiyê û dîtina rêyên çareserkirina wan civîneke berfireh li welatê Elmaniya bajarê (Boxom)ê hat lidarxistin, piştî gotûbêjkirina çend mijarên girîng yên girêdayî rewşa çand û ziman û edebiyata Kurdî li welatên penaberiyê, têde jî rewşa îro ya li Rojhelatê Kurdistanê hate rojevê û beşdarbûyan piştgiriya xwe bo şoreşa Rojhelatê Kurdistanê ragihandin û bi taybetî binçavkirina nivîskar û wanebêjên zimanê Kurdî şermezar kirin; herwisa bi tundî lidarxistina salyada kuştina Qasim Sulmaniyê terorîst li Herêma Kurdistanê li 06.01.2023an, û beşdariya hejmarek ji berpirên aliyên siyasî şermezar kirin.
- Hejmarek ji Nivîskarên serbixwe, Rewşenbîr û Siyasetmedarên Kurd li Almaniya û Holanda
- Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li Ewropa.
Boxom 07.01.2023