Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyanî/ Tekeziya rêberiya Hizbê li ser berfirehkirina hevxebatî û yekgirtinê

14:19 - 8 Kanûna Paşîn 2023

Rêberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di kombûna xwe de dawî guherinkarî û pêşhatên li Rohilatê Kurdistan û Îranê helsengand û tekezî li ser siyaseta dirust û pirensîbiya hizbê derheq berfirehkriina hevxebatî û hevrêziya aliyên siyasî li asta Kurdistan û seranserê Îranê de kiriye.

Roja Şemî 17ê Berfranbara 1401an a Rojî, kombûna Rêberiya PDKÎ bi rê ve çû. Li destpêka civînê rêzdar “Mistefa Hicrî” Berpirsê Navenda Birêveberiya PDKÎ raporek derheq kar û têkoşîna hizbê li meşa serhildana Jînayê û êrîşa mûşekiya rejîma Îranê bo ser binke û bargehên Hizba Demokrat pêşkêş kir û hêlên giştî yên siyaseta Hizbê derheq pirsên siyasî yên rojeva Îranê anî ber behsê.

Helsengandina rewşa niha û dûredîmenên serhildana raperîna Jînayê, beşa sereke a civîna rêzdar Mistefa Hicrî bû. Navbirî bi îşarekirin bi bûyera şehîdkirina Jînayê li Tehranê daye zanîn, eva zîrekatî û devbernedan, mafxwazî û berteka xelkê Kurdistanê bi wê cinayeta rejîmê bû ku çexmaxeya wê şoreşê lê da, paşê eva silogana jin, jiyan, azadî û buha û nirxên mirovî, sêkolar û azadîxwazên tevgera siyasiya Kurdistanê bû û ev yek bû îlhama belavbûna şoreşê li seranserê Îranê û bal û piştevaniya dewlet, rêxistinên bîhanî û saziyên navneteweyî kişand.

Rêzdar Mistefa Hicrî di vê beşa civînê de du fakterên girîn bo afirandina wê rewşê destnîşan kir: Ya kemek nerîta xebatkariya xelkê Kurdistanê û dehan sal xebata siyasî û rêkxistinî ye ku Rojhilatê Kurdistanê kiriye civatgehek hişiyar, ageh û siyasî di asta Îranê de; Ya duyem jî yekgirtina Hizba Demokrat bû, ku li Kurdistan û Îranê gelek îtibara xwe ya heyî zêdetir kir, û bû bi dînamîzma sereke di serhildana Jînayê de. Ji ber ku yekgirtina demokratan û pêlên li pey hev û rabûna xelkê li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê îspat kir ku Kurdistan ji rûyê hizrî û paşxaneya siyasî û helsengandina rewşê û wergirtina biryarên bi dem û pêwîst ve pêşeng û îlhamder e. Her eva jî bû sedem ku Komara Îslamî çendîn êrîşên mûşekî yên giran bike ser binke û bargehên Hizbê.

Berpirsê Navenda Birêveberiya Hizbê beşdariya bêmînak a jinan û ciwanan, dersxwan, xwendkaran, bazarî û kasibkaran, mamosteyên olî yên Kurd, diysporaya Kurd û malbatên serbilind ên şehîdên serhildana Jînayê ku bûne hêma û sembol û nasnemebexşîn bi vê şoreşê, bilind nirxand û ev yekîtî, hevgirtin û sermayeya serkevtina têkoşîn û şoreşa xelkê daye zanîn. Herwiha rêzdar “Mistefa Hicrî” daye zanîn, êrîşên mûşekî yên Komara Îslamî ya Îranê bo ser bargehên Hizbên Rojhilatî li Herêma Kurdistanê, tepeserkirina bi xwînî ya xwenîşandanan li Kurdistanê û cinayetên rejîmê derheq qirkirin û zarokkujî û kuştin di bin îşkenceyê de, ne bi nîşaneya hêz û desthilata rejîmê ye, belkî nîşaneya tirs û nasnameya serkirdeyên rejîmê ji rûxandina sîstema siyasî şîrove dike.

Rêzdar Mistefa Hicrî di encama axavtinên xwe de bal kişande ser wê yekê ku qonaxa yekem a şoreşa Jînayê, têkçûna yekcarî a bingeha îdolojî û rewatiya rejîmê û temahên rejîmê ji her curên çaksaziyên navxweyî ye, dawî pê hatiye û di niha de erka sereke berdewamiya şoreşê ye û bi encamgihîştina wê jî di çarçêveya yekgirtin û yekrêziya hêz û aliyên siyasî û çêbûna alternatîva Komara Îslamî de ye. Navbirî derheq guherîna hizra Îraniyan li ser pirsa Kurd û şikesta sîstematîk a pilanan û pîlanên du rejîmên pehlewî û Komara Îslamî ji berevajî nîşandan pirsa Kurd bi destkevtek girîng daye zanîn û hate ser vê behsê, ku niha Kurdistan wek bihêztirîn û bi rêkxistintirîn beşa Îran ye û pirsa Kurd bi taybetmendiyên xwe ve dikare bibe fakterek girîng ji dirustkirina hevpeymaniyek meydanî li dijî Komara Îslamî.

Behs û lihevdanên birêz Mistefa Hicrî paşê bi nerînên beşdaran geş bû û berçavrohniyek pê zêde kir ku têkoşîna niha ya di navbera xelkê û Komara Îslamî de, şerê ronahiyê li dijî tarîtiyê û şerê nirxên mirovî yên “jin, jiyan, azadî” li dijî dogmatîzm û tarîperestiya Komara Îslamî ye û serkevtiyên vî şerî bi alxahanî ve xelkê mafxwazê Kurdistanê û komelên xelkê Îranê ne .

Beşeke din a behsên kombûna Rêberiya Hizbê, çend mijarên navxweyî yên Hizbê bûn ku piştî gengeşekirin û helsengandina wan, biryara hewce ji bo wan hete dan.

Civîna berfireh a hizbê piştî çend demjimêr behsek rijd û bi berhem, bi dawî hat.

Partiya Demokrat a Kurdistan Îranê

Navenda Birêveberî