Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê derheq îdamkirina du girtiyên serhildêr ku tohmetên cuda bi ser wan de hatibûne sepandin, daxuyaniyek belav kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Xelkê xebatkar ên Îranê
Alî û saziyên siyasî yên Îran û Kurdistanê
Rêkxiraw û civatgehên navnetewî yên mafê mirovî
Sibêdeha 17ê Befranbarê, Mihemed Mehdî Keremî girtiyê siyasî yê Kurd û Mihemed Husênî, girtiyê siyasî yê xelkê Kerecê, du kes ji binçavkiriyên nerizayetiya wê dawiyê ji aliyê celadên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine bidarvekirin.
Komara Îslamî ku di hember hawara şoreşa nû ya Îranê de keleha wê hatiye hejandin, dest avêtiye bi serkuta xwînayî û bidarvekirina binçavkiriyên wê dawiyê, da ku bikare bi çêkirina rewşa tirs û hov serhildana seranserî bitemirîne.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê daxwazê ji hemû xelkê şoreşger ên Îran û Kurdistanê dike ku bi xwenîşandana berfireh nîşan bidin ku ne bidarvekirin û ne jî kuştina girtiyan di bin îşkenceyê de, xelkê azadîxwaz ên Îranê dev ji daxwazên xwe ên berheq ku herifîna Komara Îslamî ya Îranê ye, bernadin.
Em tevî vê ku sersaxiyê ji malbatên şehîdan û tev xelkê Îranê re dibêjin, em ji hemû hizbên siyasî yên Îran û Kurdistanê û herwisa civatgeh, saziyên cîhanî yên mafê mirovî dixwazê dikin ku li hember wan kiryarên cinayetkarane yên rejîmê beretekê nîşan bidin û tevî şermezarkirina wan cinayetan, di eşkerekirina wan de hewlê bidin.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê