Îro Yekşemî 18ê Befranbarê, xelkê bajarê Seqizê di sêyemîn salroja xistina balafira rêvîngî ya “Ukrayn”ê li ser tirba Dr. “Rizgar Rehîmî, Ferîde Xulamî, Jîwan û Hugir Rehîmî” yên xelkê bajarê Seqizê ku di balafira Ukraynî de bûn û bi destê Spaha Pasdaran şehîd bûn, kom bûn.
Xelkê amadebûyî cinayetên rejîmê şermizar kirin û piştevanî ji malbatên qurbaniyan kirin û sirûdên şoreşgêrî yên weke “Şehîdan” belav kirin û siloganên weke: “Şehîd namirin, azadî xwîn divê û xortên netirs divê” dan û digel rê û rêbaza şehîdan peyman nû kirin.
Tevî amadebûna xelkê li ser tirba şehîdan, îro xelkê xwedî helwêst yên bajarê Seqizê bi awayekî seranserî man girtin û dukan û bazarên xwe jî daxistin.