Îro Yekşemî 18`ê Befranbarê di sêyemîn salroja karesata xistina balafira rêvîngî ya “Ukrayn”ê bazarî û dukandarên bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên weke “Sine û Seqiz”ê bi sernaserî mangirine û dukanên xwe bi nîşana piştevanîkirin ji malbatên 176 qurbaniyên cinayetên rejîmê daxistine.
Di cinayeta xistina balafira “Ukrayn”ê de, ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve ku 176 kes bûne qurbanî 11 kes ji wan Kurd bûn.