Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgehên Komara Îslamiya Îranê cezaya girtîgehê li ser du mamosteyên xelkê bajarê Sonqurê sepand

10:33 - 9 Kanûna Paşîn 2023

Taya 2 a dadgeha Şoreş a Komara Îslamiya Îranê li bajarê Kirmaşanê, cezaya girtîgehê li ser du mamosteyên Kurd ên bajarê “Sonqur”ê yên bin navên “Elîhusên Şemayilî û kurê Lutfullah û Kiyûmers Wa`izî û kurê Husên” sepandin.

Dadgehê her yek ji wan mamosteyan bi tohmetên “propaganda li dijî nizam”ê bi 2 meh girtîgeh, “bêrêzî bi rêberê hikûmeta Îranê” bi yek sal girtîgeh û “ji rêderxistin û handana xelkê” bi 4 sal girtîgehê ceza kiriye.

Ew cezaya di rojên dawiyê de bi wan du mamosteyên Kurd re hatiye ragihandin.

Civîna dadgehîkirina wan du mamosteyan li 24`ê Xezelwerê li taya 2 a dadgeha Şoreş a rejîmê ya li bajarê Kirmaşanê bi serokatiya dadwer “Mesûd Nûrî” bi rê ve çûbû.

Ew du mamoste di meha Rezbera îsal de ji aliyê hêzên ewlehî ve di malên wan de hatibûn binçavkirin û piştî dawîhatina qonaxên lêpirsînê, bi danîna barimteyê bi awayê demkî heta dema dadgehîkirina wan ji girtîgehê hatibûne azadkirin.