Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şoreşgerên Ciwanroyê hewcehiya wan bi xwînê ye

16:36 - 1 Kanûna Paşîn 2023

Ciwanên qehreman ên Ciwanroyê piştî şer û pevçûneke dijwar bi hêzên tepeserker ên rejîmê re birîndar bûne û daxwaz ji xelkê bajarên din ên Kurdistanê dikin ku hewcehiya wan bi xwînê ye.

Roja Yekşemî 11ê Befranbarê, xort û keçên qehreman ên bajarê Ciwanroyê di banghêjiyekê de daxwaz ji hemû bajarên Kurdistanê kirine ku bi hawara wan ve herin û pêwîstiya wan bi xwînê ye ku bi gulleyên rasterast ên hêzên tepeserker ên rejîma Îranê hatine birîndarkirin.

Rejîma Îslamî ya Îranê bi awayekî hovane û bi çekê şer teqe li xwenîşanderên bajarê Ciwanroyê kiriye û di encamê de hejmarek zêde ji xwenîşanderan birîndar bûne û pêwîstiya wan bi xwînê heye û nexweşxaneyên wî bajarî jî xwîn nînin, her lewma wan daxwaz ji xelkê Kurdistanê kirine ku wekî hertimî piştevanê wan bin û xwînê bibexşine wan.