Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêranayê amara dawî ya şehîd û binçavkiriyên serhildana seranserî belav kir

16:00 - 9 Kanûna Paşîn 2023

Pêka amara Nûçegihaniya Hêranayê, li 26`ê Xermananê heta 18ê Befranbarê, 519 kes ji serhildêran bi destê rejîma Îranê hatine şehîdkirin ku 70 kes ji wan şehîdan zarok in.

Herwisa Hêranayê daye zanîn ku, li 26`ê Xermananê heta 18ê Befranbarê zêdetir ji 19 Hezar û 291 kes hatine binçavkirin ku 159 kes ji wan zarok in û herwisa daye zanîn di vê heyamê de 698 xwendekar jî hatine binçavkirin.

Pêka vê amara Hêranayê, heta niha bi tenê nasnameya 4 Hezar û 804 kesên binçavkirî hatiye zanîn.

Herwisa di vê heyamê de li 163 bajaran serhildêran xwenîşandan lidar xistine û Hezar û 249 kombûnên nerizayetî li bajaran û zanîngehan bi rê ve çone.

Pêka amara Hêranayê, di vê heyamê de 9 Hezar û 667 meh girtîgeh di gelemper de li ser 690 kes ji binçavkiriyan hatiye sepandin û 4 xwenîşander jî hatine îdamkirin.

Herwisa Hêranayê daye zanîn ku, pêka dana berhev a tohmetên metirsîdar bo îdamkirinê li ser 111 binçavkiriyan de hatiye sepandin.