Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeva derbasbûyî xelkê azadîxwaz li hember deriyê girtîgeha “Recayî Şehir” kombûn

16:07 - 9 Kanûna Paşîn 2023

Şeva derbasbûyî 18 li ser 19 Befranbarê piştî belavbûna nûçeya veguhastina du xortên binçavkirî yên bi navên “Mihemed Qubadlû” û “Mihemed Biruxenî” ku cezayê bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin bo odeyên take kesî yên girtîgeha “Recayî Şehir”ê malbata wan du xortan û xelkê azadîxwaz li hember girtîgeha “Recayî Şehir” a bajarê “Kerec”ê kombûn da ku pêşî ji bidarvekirina wan her du xortên bê tawan ji aliyê rejîma Îranê ve bigirin.

Ji aliyek din ve “Mihemed Qubadlû” û “Mihemed Biruxenî” xelkê bajarê “Perend”ê ne û karbidestên rejîma Îranê biriyar dane ku wan li bajarê “Perend”ê li ber çavên xelkê bidarvekin, lewma, beşek zêde ji xelkê cûne nava bajarê “Perend”ê da ku rênedin rejîma Îranê wê cinayetê encam bide.

Di kombûna xelkê li hember girtîgehê de hevwelatiyan bi hevre li dijî rejîma Îranê siloganên “Mirin bo Xamineyî” “Mirin bo dîktator”dan û bi dengê bilind hawar kirin ku ew du girtî divê bên azad kirin.

Herwisa dayîka “Mihemed Qubadlû” di nava xelkê de ragihandin ku: “Kesê ku hûn dixwazin kurê min ber xatira wî bi kujin li cihek din hatiye kuştin û we xistiye ser dosiyeya kurê min û ew kesê rejîmê li cihek bi navê Rubat Kerîm hatiye kuştin”.

“Mihemed Qubadlû” û “Mihemed Biruxenî” bi tohmeta kuştina hêzên Întizamî yên rejîma Îranê û mifsidê ser zewî cezayê îdamê bi ser wan de hatiye sepandin.