Îro roja Duşemî 19ê Befranbara 1401an a Rojî, merasima çileya şehîdê rêya azadiyê “Avat Qadirpûr” li bajarê Bokanê bi beşdariya xelkek zêde bi rê ve çû.
Li goristana gundê “Melaler” yê bajarê Bokanê xelkê amade li ser gora şehîd “Avat” silogan li dijî rejîmê dan.
Wan siloganê wiha gotin: “Kurd, Belûç, Azerî, Azadî û Beranberî, wekhevî ye armanca me, bo jinan û mêran, jin, jiyan, azad û mirin bo dîktator”.
Roja Çarşemî 9ê Sermawezê, “Avat Qadirpûr” yê temen 20 salî û kurê Kerîm, xelkê gundê “Melaler” yê bajarê Bokanê ku bi gulleyên hêzên serkutkar ên rejîma Îranê bi tundî hatibû birîndarkirin, li yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê de canê xwe ji dest da.