Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Google Mapê navê meydanek bajarê Sinê kir bi “Jîna”

16:44 - 9 Kanûna Paşîn 2023

Google Mapê di xerîteya xwe de, navê meydana Azadî ya bajarê Sinê guherî û kir bi “Jîna”.

Googel Map ku xerîteya rast û bêkêmasî ya erdê digel îmkanên peydakirina cihan li cîhanê ye û ser bi kompaniya Googelê ye, di hewlek nû de navê meydana Azadî ya bajarê “Sine” yê ser bi Rojhilatê Kurdistanê guherî û kir bi “Jîna”.

Jîna Emînî keça Kurd a 22 salî ya bajarê Seqizê ku bi destê Polîsê Exlaqî li bajarê Tehranê hate şehîdkirin, bû sedema xwenîşandan seranserî li Îran û Kurdistanê ku heta niha jî ew serhildan berdewam e û kuştina wê bi awayî bêrehmane di civatgeha cîhanê de jî gelek bertekên zêde li pey xwe anî.