Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Papê Feransayê îdamkirina xwenîşanderan li Îranê şermezar kir

16:52 - 9 Kanûna Paşîn 2023

Papê Feransê û rêberê katolîkên cîhanê, roja Duşemî 19ê Berfranbarê, derçûna cezayê îdamê ji bo xwenîşanderan li Îranê û îdamkirina wan şermezar kir.

Rêberê Katolîkên cîhanê di beşek ji axavtinên xwe de got: Xwenîşanderên Îranî daxwaza rêzgirtina zêdetir ji kerameta jinan dikin.

Papê Feransê di berdewamiya axavtinê xwe de daye zanîn: Jin li gelek welatan cîhanê wek hevwelatiyên pile duyem têne hesibandin.

Îdamkirina xwenîşanderên nerazî li Îranê, bertekên cîhanê li pey xwe aniye û piraniya welatên cîhanê rejîma Îranê derheq îdamkirina xwenîşanderan şermezar kirine.