Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanek di girtîgeha bajarê Îsfehanê de hat îdamkirin

18:16 - 9 Kanûna Paşîn 2023

Pêka nûçeya ku ji aliyê Saziya Mafê Mirovî bo Îranê hatiye belavkirin roja Pêncşemî 15ê Befranbarê, ciwanek bi navê “Ebulfezil Helwayî” di girtîgeha “Destgirid” a bajarê “Îsfehan”ê hatiye îdamkirin.

Navbirî bi tawana kuştina bizanebûn hatibû binçavkirin û cezayê îdamê bi ser de hatibû sepandin.

Pêka rapor û amara salane ya Saziya Mafê Mirovî bo Îranê de hatiye ku ji 10 Cotmeha sala 2021an heta 7 Cotmeha sala 2022an aliyê kêm 527 kes hatine îdamkirin ku bi berhevdanîn digel sala derbasbûyî 98 ji sedî zêde bûye.