Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mojgan Kawûsî spasiyek rû li xelkê belav kir

10:04 - 10 Kanûna Paşîn 2023

Mojgan Kawûsî, çalakvana mafê ziman û etnîkî ya xelka bajarê Kelardeşta Mazenderanê, piştî vê ku bi barimteyek giran ji girtîgeha rejîmê hate azadkirin, di girte vîdyoyekê de spayiyek rû li xelkê Kurdistanê belav kir.

Deqa spasiya wê wiha ye:

Ji bo karesat û bûyerên ne xweş ên çend mehên borî, ez gelek xemgîn im.

Ez spasiya wan hezkiriyan dikim ku di heyama binçavkirina min de piştevanê min bûn, ez vir radigihînim ku ji yekem êvareya binçavkirina min ve, rûpela min a Instagramê di bin kontrola min de nemaye û di bin kontrola zabitê yasayî yê min de ye û ez di hewlê de me da ku vê rûpela xwe car din bi dest bixim..

Di dawiyê de ez cardin spasyiya tevahiya wan hevalan dikim ku ez ji bîr nekirim û ez hêviya azadiyê bo tev girtiyan dixwazim û hêvîxwzim aramî û aştî û wekhevî bête gorê.

Mojgan Kawûsî

19ê Befranbara 2722an a Kurdî