Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Giryiyek Belûç li girtîgeha Rodan a Hormozganê hate îdamkirin

10:28 - 10 Kanûna Paşîn 2023

Sibêdeha roja Duşemî 19ê Befranbarê, girtiyek Belûç li girtîgeha Rodan a Hormozganê hate bidarvekirin.

Organa komek ji çalkavanên mafê mirovî a “Hêrana”yê daye zanîn, ew girtiye bi tohmeta madên hişber hatibû cezadan.

Nasnameya wî girtiyê bi “Nezîr Sorx Keman” yê 28 salî û kurê Misafr, xîzandar û xwediyê du zarokan û xelkê Belûçistanê hatiye zanîn.

Hatiye zanîn ew hevwelatiyê Belûçî nasname nîne, û navbirî sala 1399an a Rojî, bi tometa madeyên hişber hatibû girtin û piştî vê ku li dadgeha bajarê Hormozganê cezayê bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, bi bê agehdariya malbata wî hatiye îdamkirin.