Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deh xwenîşanderên Avdana û Dêhloranê dest avêtine bi greva birçîbûnê

11:35 - 10 Kanûna Paşîn 2023

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê di nûçeyekê de belav kiriye, ji roja Şemî 17ê Befranbarê ve, 10 xwenîşanderên bajarê Avdanan û Dêhloranê bi nîşaneya nerizayetî li hember rewşa xirab a girtîgehê û nerêveçûna dosyayên wan li girtîgeha navendî ya Îlamê dest avêtine bi gireva birçîbûnê.

Kurdpayê derheq rewşa wan girtiyan di xwenîşandanên Avdanan û Dêhloranê de ragihandiye: Eşkan Ehmedî, Saman Muradî Wendan, Mucteba Mihemedwelî, Saman Qasimî, Mîlad Ensarî, Pûya Mehmûdnijad, Ramîn Selmanî û Secad Cemalî yên xelkê Avdananê û Ekber Derwîşî û Emîr Ekramî yên xelkê Dêhloranê dest avêtine bi greva birçîbûnê.

Beşek ji van xwenîşanderên grevgirtî, zêdetir ji sê mehan e ku di girtîgehê de çarenivîsa wan nediyar e.

Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê eşkere kiriye ku, berpirsên dadwerî bi hincetên cur bi cur pêvajoya dosyeyên van 10 xwenîşanderên girtî paş xistine.

Ev 10 xwenîşanderane di xwenîşandanên Avdanan û Dêhloranê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin.