Artêşa Ukraynê ragihandiye ku di êrîşên nû yên Rûsyayê li ser Ukraynayê ji êvara roja Şemiyê 10ê Befranbarê heta sibeha roja Yekşemî 11ê Befranbarê, 45 dronên ku ji aliyê Îranê ve hatibûn çêkirin, di esmanê Ukraynê de hatine xistin.
Li gor daxuyaniya Hêza Esmanî ya Ukraynê, hinek ji van dronên Îranê beriya nîve şevê û 35 ji wan jî, piştî destpêkirina sersala nû ya 2023an hatine jinavbirin.
Ukraynê wê dawiyê jî dabû zanîn ku hejmareke dronên Îranê li esmanê vî welatî xistine xwarê.
Rûsiyayê di wê midehê de bi dehan dronên xweteqîner di êrîşên ser binkeyên wizeya Ukraynayê de bikar anîne, û “Kiev”ê tekezî kiriye ku ew dronane ji cura “Şehîd 136” yên Îranê ne.
Di meha borî de, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî “Antoniyo Gutrêş”, bêyî ku behsa mijara dronên Îranî yên di destê Rûsyayê de bike, ragihandibû ku pisporên wê rêxistinê di halê lêkolînên berdest de ne û dê encamên xwe di demeke guncaw de pêşkêşî Şêwreya Ewlehiyê bikin.