Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanadayê du berpirs û sê navendên din yên rejîma Îranê tehrîm kirin

11:39 - 10 Kanûna Paşîn 2023

Roja Duşemî 19`ê Befranbara 1401`ana Rojî(9`ê Kanûna Paşîn a 2023`an), Wezareta Derveya Kanadayê, du berpirs û sê navendên din yên rejîma Îranê bi sebeba binpêkirina mafê mirov tehrîm kir.

 Dewleta Kanadayê, rojnameya “Îran”, “Heyeta Çavdêrî li ser çapemeniyan”, “Navenda 15`ê Xordad”, “VehÎd Yamînpûr”, çalakvanê medyayî, Serokê Şêwreya Bilind a Ciwanan û “Muhsên Qumî” Cêhgirê Têkiliyên navnetewî yê ofîsa Xamineyî, terhîm kirine.

Her di vê pêwendiyê de, “Melanie Jolly” Wezîra Derve ya Kanadayê, li ser givaşên li dijî rejîma Îranê tekezî kiriye û herwisa li ser rûpela twîttera xwe nivîsiye: “Dibe rejîma Îranê li hember serkutkariyên hovane a dengê bivêrên Îranê bersivdar be.”

Herwisa roja Yekşemî 18`ê Berfranbarê jî, hevdem digel sêyemîn salroja xistina balafira rêvîngan ya Ukraynê, ji aliyê Spaha Pasdarana terorîst ve, “Justin Trudeau” Serokwezîrê Kanadayê  û “Pierre Pavliver” Rêberê Partiya Muhafizkar ya Kanadayê di kombûna Îraniyên li bajarê “Torêntoyê” de beşdarî kirin.