Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meta: silogana “Bimire Xamineyî” li ser torên civakî tundûtîjî nine

11:53 - 10 Kanûna Paşîn 2023

Heyeta Çavdêrî ya “Meta”yê kompaniya giştî ya medyayên civakî yên weke “Face Book û Instgram”ê ragihand ku, silogana “Bimire Xamineyî” vêde nabin, ji ber ku ev silogan, gefên tundûtîjî neyê hesab kirin.

Pêka gotina vê heyeta çavdêriyê: “Di naveroka nivîs û reftarên civakî, siyasî û gotinên berfreh li Îranê de, Bimire Xamineyî weke sernixûyê daye zanîn ne weke gefekê û ev siloganeke rêtorîk a siyasî ye”.

Herwisa Heyeta Çavdêrî ya “Meta”yê, di vê yasaya xwe de da zanîn ku, “Bimire Xamineyî” digel gefên hatinî şandin yên li heyama 6`ê Rêbendanê de cudahî heye, ji ber ku di zimanê Îngilîsî de “Bimire” peyva mecazî nine û siyasetmedarên Amerîkayê di vê demê de bi awayek eşkere rastî metirsiya tundûtîjiyê hatibûn.