Sibêdeha îro roja Sêşemî 20ê Befranbara 1401an Rojî, girtiyek Kurd yê xelkê gundê Gêçê yê ser bi devera Somaya Urmiyê û yê bi navê “Peyman Ereb Gêçeyî”, di girtîgeha Recayîşehr a Kerecê de hate îdamkirin.
Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê daye zanîn, ew girtiye berê bi tohmeta “madên hişber” hatibû girtin û ji aliyê bi nav dedgeha rejîmê ve bi îdamê hatibû cezadan. Navbirî di heyama çend rojên borî de ji bo birêveçûna cezayê bi ser de hatî sepandin, bo odeya takekesî hatibû veguhastin.
Di vê derheqê de, sibeha roja Duşemî 19ê Befranbarê, cezayê îdama du girtiyên bi navên “Reşîd Lewendpûr Xidirî û Xaliq Xizirzade” yên xelkê Urmiye û Pîranşarê li girtîgehên Kerec û Bender Ebasê hatin bidarvekirin.