Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Belavoka “Charlie Hebdo” bersiva gefên rejîma Îslamî ya Îranê da

10:13 - 11 Kanûna Paşîn 2023

Belavoka “Charlie Hebdo” ku midehek berî niha karîkatorên pêkenok yên Xamineyî belav kiribû, bersiva gefên rejîma Îranê da û ragihandiye, “karîkatorên Xamineyî, hêrsa Axûndan zêde kiriye.

Roja Sêşemî 20ê Beframbara 1401an a Rojî, belavoka “Charlie Hebdo” ya ser bi Feransayê ku wê midehê karîkatorên Elî Xamineyî belav kiribû, di nivîsînekê de gefên rejîma Îranê li dijî wê belavokê nîşana şikest û lawazbûna dîktatoriya olî bi nav kiriye û nivîsiye: “Axûndên rejîma Îranê ji karîkatorên Xamineyî gelekî aciz bûne û berpirsên Spaha Pasdaran a terorîst gefa kuştinê li karmendên wê belavokê xwarine."

“Charlie Hebdo” derheq gefên rejîma Îranê nivîsiye: “Axûndan bi dîtina karîkatorên pêkenok ên Xamineyî, bi tevahî rûyê xwe yê rastîn nîşan dan û daberdewamî gefa teror û tirsandinê dixwen û eva jî wisa dike ku civaka navdewletî ya cîhanê bi başî Komara Îslamî nas bike;  Berpirsiyarên leşkerî yên payebilind ên Spaha Pasdaran a terorîst jî gefa jinavbirina bajarê Êbdo dixwe û ev qas hest bi metirsiyê kirine ku hêzên wan rû bi rûyê şikestê hatine”.