Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê di rêkevta 20ê Befranbarê bi belavkirina daxuyaniyekê bidarvekirina ciwanên welat di girtîgehên rejîmê, bi dest celadên rejîmê şermizar kir.
Beşek ji deqa daxuyaniyê wiha ye:
Hevwelatî û şoreşgerên şeqam, mamosteyên olî, hizb û rêkxiravên mirovdost û dilsozên welatparêz
Her wek ku agehdar in Komara mirovkuja Îslamiya Îranê bo tirisandina xelkê bêzar bi awayekî hovane destkiriye bi azar û îşkence kirin û kuştina ciwanên bê tawan yên Îranê, û di vê derheqê de cezayê îdamê bi ser zêdetir ji 109 binçavkiriyên xwenîşandanên seranserî de sepandiye û heta niha çendîn ciwanên bê tawan yên welat bidarvekiriye û malbatên wan daxdar kiriye.
Herwisa Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê tevî şermizarkirina ew meşa nemirovane yê Komara Îslamiya Îranê daxwaz dike ku şeqaman bigirin destê xwe û piştevanê lawên şoreşger bin û êdî rê nedin ku Spaha Pasdaran xwîna ciwanên me birijîne, û daxwaz ji alî û Neteweyên Yekgirî û welatên Rojavayî dikin ku wan cinayetên rejîma Îranê weke cinayetên bi dijî mirovahiyê bidin nasandin û binkeyên rejîma terorîst li welatên xwe de dabixin.
Biherife rejîma Axundiya Îranê
Serkeve serhildana xelkê Îranê
Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê