Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên Rojavayî li ser bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran û derxistina balyozên rejîmê tekezî dikin

10:35 - 11 Kanûna Paşîn 2023

Berdevka Wezareta Derve ya Feransê “An Kilêr Lojandêr”, rêberê Opozîsiyonê li Parlemena Kanadayê “Piyêr Poliyo”, “Ebîr Elsehlanî û Çarlî Wîmêrz” ên nûnerên Swêdê li Parlemena Ewropayê û Cihgira Siyasî ya Partiya Mihafizekar a Birîtaniya “Mîtî Hûn” li ser bi terorîstnasandina Spaha Pasdaran, derxistina balyozên rejîmê û daxistina navendên rejîma Îranê li welatên xwe de tekezî kirin.

Herwisa li derheq îdamkirina serhildêrên binçavkirî li Îranê, Komîserê Payebilind ê Mafê Mirov yê Saziya Neteweyên Yekgirtî “Volkêr Tork” gotiye: “Dewleta Îranê, îdamkirinan wek alavek bo tirsandin û serkuta dijberên xwe bikar tîne ku ew bi wateya, kuştin bi derfetnameya dewletî ye”.

Wezîrê Derve yê Otrîşê “Elêksandir Şalênbêrg” jî, li ser rûpela “Twitter”ê nivîsandiye: “Îdamkirina Mihemedmehdî Keremî û Mihemed Husêînî ku bi sedema pêwendî digel xwenîşandanên nerizayetiyê  hatibûn binçavkirin, bi tundtirîn şêwazî şermezar kir”.