Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê derheq serkut û givaşên jiqasderçûyî yên rejîma Îranê li ser mamostayên Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Navendên ewlehî yên Komara Îslamî di heyamên derbasbûyî de dest avêtiye bi girtina bi kom a çalakvanên siyasî û medenî de ku dehan kes ji wan girtiyan mamosteyên olî ji bajarên cur bi cur ên Kurdistanê ne û ev girtina jî bi armanca kîpkirina dengê xelkê û şoreşa Jînayê û serkuta serhildana nû, û berfirehbûna xelkê li dijî herifîna rejîmê ye. Beşeke zêde ji wan mamosteyên olî yên binçavkirî di bêdadgehên şoreş û herwisa dadgehên taybet bi mamosteyên olî de piştî îşkence û azardan, cezayê lêdana qamçî, girtîgeh, dûrxistin û bêparkirin ji mafê melatiyê bi ser wan de hatiye sepandin ku di rastî de ev tenê piştgiriya rastiyan û piştevanî ji daxwazên rewa û berheq yên xelkê Kurdistanê û nerizayetî nîşandan bi siyasetên rejîmê derheq serkuta xelkê bûne.
Digel pêla berdewam a wan girtinane, roja Yekşemî 9ê Rêbendanê, mamoste Yûsif Mihemedî, pêşnimêjê mizgevta gundê Kalatê yê ser bi devera Kelatarzan a Sinê ku çend roj berî niha agir berdabûne wî û mala wî, ji ber birînên giran jiyana xwe ji dest da.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê girtin û cezadana mamosteyên olî û givaşa roj bi rojn zêdetir a navendên ewlehî li ser mamosteyên olî yên Kurdistanê şermezar dike û navendên hikûmetî yên Komara Îslamî bi berpirsyarê kuştina mamoste mela Yûsif û wê cinayetê dizane. Dîroka Komara Îslamî ya zêdetir ji çar dehikan bi me hemûyan re îspat kiriye ku siyaseta girtin, îdamkirin, komkujî û cinayetên sîstematîk ên rejîmê, nekariye îrade, têkoşîn û mafxwaziya gelê Kurd teslîmê xwe bike û bi alxahînî ve xelkê Kurdistanê jî, xortên xwe yên xebatkar û mamosteyên olî yên girtî ku bi sedema azadîxwaziya gelê xwe û piştevanî ji mafê gelê xwe hatine girtin û di girtîgehan de ne ji bîr nakin û her wek çawa ew xortên girtî yên netewa me di meşa xebata mafxwazane de deng û îradeya xelkê bûn û hene, xelkê Kurdistanê û aliyên siyasî û korr û komelên mafê mirovî jî, dengê wan dibihîzin û wek erkek nîştimanî û xebatkarî bi hawara wan ve diçin.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê