Ajansa Navneteweyî ya Wizeya Navkî di raporek nehênî de rejîma Îran, bi sebeba guherînkariyên îlannekirî di du abşarên wizgehga Firdosê de ku santîfyojên IR-6 uranyomê heta ji sedî 60 dimeyîne rexne kir.
Roja Çarşemî 12`ê Rêbendanê, Nûçegihaniya “Routers” nivîsiye, Rafêl Girosî Serokê gitîş yê Ajansa Navneteweyî ya Wizeya Navkî di vê rapora nehênî ya Ajansê de ji welatên endam di Ajansê de nîgeraniya xwe li derheq haydarnekirina Îranê bo guherînkariyên bingehîn di zanyariyên rêkxistina navendên meyandina şewata Firdosê bo berhemanîna ûranyomê bi tîryatiya zêde ragihandiye.
Girosî berê jî ji parlemena Ewropayê ra ragihandibû ku, niha Îran 70 kg ûranyoma meyandî bi tîrratiya 60 û 100 kg bi tîratiya ji sedî 20 heye ku, dibe bo çêkirina bombeya etomî, asta ji sedî 90 ûranyoma meyandî hebe.
Nîgeraniyên derbarê bernameya etomî ya Îranê di demekê de zêde bûne ku, Komara Îslamî ya Îranê bi pêşniyarkirina daxwazên negirêdayî, îhtîmala lihevkirina ji bo vejandina lihevkirina navkî di navbera Îran û hikûmetên rojavayî yên ku di danûstandinan de ne, ji nav biriye.