Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd bi teqeya hêzên rejîmê canê xwe ji dest da

12:25 - 11 Şibat 2023

Şeva derbasbûyî 21ê Rêbendanê, kolberekî kurd yê bi navê “Husên Mihemedî” xelkê bajarê “Rebet” yê girêdayî bajarê “Serdeşt”ê bi sedema teqeya hêzên rejîmê canê xwe ji dest da.

Hêzên rejîmê bi bê agehdarkirina berê ew kolberê Kurd li sînorê “Zilê” kirine armanc.

“Husên Mihemedî” yê temen 50 salî xîzandar û bavê du zarokan e.

Pêka amara Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê li sala 2021an heta 2022an bi gelemper 1,849 kolber li sînorê Kurdistanê hatine birîndarkirin û kuştin.