Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê, terorîstekî din wek balyozê rêjîmê li Îraqê diyarî kiriye

09:59 - 10 Çirriya paşîn 2026

Tora “El-Hurre” belav kiriye pêka gotina çavkaniyeke Wezareta Derve ya Îraqê, rêjîma Îranê terorîstekê xwe yê bi navê pasdar “Ebdulriza Misgeriyan” ku pileya serdarî heye û fermandeyê biryargeha Remezan a spaha quds e, wek balyozê vê rêjîmê li Îraqê daye nasandin û biryar e bi cihê balyozê rêjîmê yê bi navê “Mihemedkazim Alê Sadiq”, wek balyoz diyarî kiriye lê rêkevta hatineserkar a wî terorîstê rêjîmê hêj nehatiye diyarîkirin.

Ji dema herifîna desthilata Sedam Husên li Îraqê heta niha, rêjîma Îranê fermandeyên spaha quds a ser bi sipaha pasdaran a terirîst wek balyoz bo Îraqê diyarî kirine.

Pêka zanyariyan, pasdarê terorîst Ebdulriza Misgeriyan li vê dawiyê de berpirsê hevahengiya ewlehî ya li navbera Îran, Îraq û Herêma Kuristanê bûye û hevahegkerê milîsên ser bi rêjîma Îranê li Îraqê de bûye.

Balyozê rêjîmê li vê dawiyê de destêverdan li karûbarê navxweyê Îraqê de kiribû ku nerizayetiya dewleta Îraqê li pey xwe aniye.