Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deng û Rengê rejîma Îranê ji aliyê girûpa hekêrî ya “Edalet Elî” ve hat hekkirin

17:06 - 11 Şibat 2023

Deng û Rengê rejîma Îranê di dema belavkirina axavtinên Îbrahîm Reîsî de hate hekkirin.

Girûpa hekêrî ya bi navê “Edalet Elî” deng û rengê rejîma Îranê di dema belavkirina rastewxwe ya gotinên Serokomarê rejîmê “Îbrahîm Reîsî” di rêûresma hikûmetî ya 22ê Rêbendanê de hek kir.

Ew girûpa hekêrî di dema axavtinên Reîsî de vîdoyek bi peyama “parên xwe di bankan de nehêlin” û belavkirina dirûşmên “mirin bo Xamineyî” û herwisa belavkirina banghêjiya taybe bo 27ê Rêbendanê ku bo mangirtin û xwenîşandanên giştî hatine belavkirin li seranserê Kurdistan û Îranê belav kirin.

“Edaletê Elî” bi hekirina “Têlêwîbiyon” ku pilatforma Deng û Rengê rejîmê ye weke karek bo bilindragirtina yad û bîra “Mihemed Husênî û Mihemed Mêhdî Keremî” du ciwanên serhildêr ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûne îdamkirin ragihandiye.

Di 16ê Rezbera îsal de jî di dema belavbûna nûçeyên demjimêr 21an a Deng û Rengê rejîmê ji aliyê vê girûpê ve hat kekkirin û wêneyên 4 keçên ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibûne şehîdkirin digel dirûşima “Jin, Jiyan, Azadî” hate belavkirin.