Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binav dadgeha rejîmê tohmetên peresdarekî pêre ragihandin

10:32 - 12 Şibat 2023

Peresdarekî Kurd yê li nexeşxaneya “Miawin” a bajarê Sehnê yê ser bi Kirmaşanê û yê bi navê “Emîr Alîbeygî” di taya lêpirsîna dadgeha rejîmê li vî bajarî de, tometên ku bi ser de hatibûne sepandin pêre hatine ragihandin.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê nivîsiye: “Ew peredarê Kurd bi “propagende li dijî nizamê li ser tora civakî ya Inistagramê û belavkirina tiştên direw li vir” hatiye tohmetbarkirin.

“Emîr Alîbeygî” rêkevta 19ê Sermawezê di nexwşxaneya “Miawin” a bajarê Sehnê de ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpêçînê bo girtîgeha îdareya Îtilaata Kirmaşanê hatibû veguhastin.

Herwisa hêzên rejîmê di dema lêpêçînê de dest bi ser telefona navbirî de girtibûn.

Navbirî nêzî 5 rojan di odeya takekesî de mabû û li virî rastî îşkenceya hêzên rejîmê hatibû.

Navbirî piştî bi dawîhatina lêpîçîna wî ji bo girtîgeha “Dîzel Abad” a Kirmaşanê hatibû veguhastin û paşê bi danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgeha rejîmê hatibû azadkirin.