Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara qurbaniya erdhejên Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê ji 28 hezar kesan derbas bû

11:06 - 12 Şibat 2023

Pêka dawî amara qurbaniyên erdheja roja Duşemiî, 17ê Rêbendanê, ku Bakur û Rojavayê Kurdistan, Tirkiye û Sûriye hejand, heta niha zêdetir ji 28 kesan canê xwe ji dest dane û amar dem bi dem zêdetir jî dibe.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 24 hezar 617 kesan canê xwe ji dest dane û 70 hezar kes jî birîndar bûne.

Li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê jî zêdetir ji 5 hezar kesan canê xwe ji dest dane û 7 hezar kes jî birîndar bûne.

Tevî derbasbûna zêdetir ji 6 rojan ji vê erdhejê ku bû sedema canjidestdana zêdetir ji 28 hezar kesan û birîndarbûna zêdetir ji 10an hezar kes. Navenda Bûyerên Surûştî ya Tirkiyê ragihandiye ku xisarên vê erdhejê bi qasî xisarên 500 bombên navkî bûye.