Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li derveyî welat çendîn xwenîşandan li dijî rejîma Îranê hatine lidarxistin

11:12 - 12 Şibat 2023

Dijberên rejîma Îslamiya Îranê li 10an welatên cîhanê li dijî rejîmê kombûnên nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza herifîna vê rejîmê kirin.

Piştî banghêjiya cîhanî bo armanca herifîna rejîma Îslamiya Îranê, roja Şemî 22ê Rêbendanê, hevdem digel salvegera avakirina Komara Îslamiya Îranê, gelên Îranê li welatên “Ustraliya, Niyozîlend, Swêd, Feranse, Îtaliya, Tirkiye, Alaman, Otrîş, Danmark, Birîtaniya, Norwêj, Îspaniya û Bulxariya”yê û piraniya welatên din ên cîhanê, bi birêvebirina xwenîşandan li dijî rejîma Îranê, daxwaza herîfîna rejîma Îslamiya Îranê kirin.

Feranse yek ji serekrtirîn navenda xwenîşandan li dijî rejîma Îslamî ya Îranê bû; Kurdistanî û Îraniyên rûniştiyê welatên Ewropayê li bajarê Parîsê kom bûn û ragihandin ku şoreşa çend mehên derbasbûyî ya gelên Îranê li dijî desthilata rejîma Îslamî ya Îranê, tenê destpêkek bo herifandina rejîma Îslamî ya Îranê bûye û heta herîfîna vê diktatoriyê, gelên Îranê nasekinin.

Nûnerê Parlemana Swêdê “Elîriza Axundî” di xwenîşandana bajarê Parîsê de gotiye: “44 salan berî niha di vî bajarî de bûyereke nexweş qewimî û dîktator û xwînmijek bû bi rêberê Îranê, niha di vê rojê de hemû gelên Îranê li derveyî welat û navxweyê Îranê, bi yekdengî û yekîtiyê dixwazin vê rejîmê biherifînin.