Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Utrîşê kombûnbek li dijî rejîma Îranê bi rê ve çû

11:36 - 12 Şibat 2023

Bi hilkefta 22ê Rêbendanê salvegera şoreşa gelên Îranê, kombûnek di bin navê hevsoziyek navnetewî li dijî faşîstiya li Îranê li bajarê Viyena Utrîşê bi rê ve çû.

Roja Şemî 22ê Rêbendana 1401an a Rojî, li bajarê Viyena paytexta Utrîşê, ji aliyê çend rêkxirawek Kurdistanî, Îranî û Utrîşî ve kombûnek bi rê ve çû û destpêka wê kombûnê li dijî şoreşa dije faşîzmî, dije paşayetî, demokrasîxwazî û dedperwerîxwziya gelên Îranê li sala 1357an a Rojî, gotarek hate pêşkêşkirin.

Ew rêkxrawên ku di vê kombûnê de beşdar bûn her yek ji wan gotarek pêşkêş kirin.

Herwisa ji aliyê Dr. “Cewad Danişpejû”, bi nûnerayetiya Navenenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê ve gotarek hate pêşkêşkirin.

Hêjayê behskirinê ye ku hejmarek berçav ji Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û yên parçeyên din di vê kombûnê de bi alaya Kurdistanê ve beşdar bûn û sirûdên Kurdî belav kirin; Di vê kombûnê de beşeke zêde ji beşdarbûyan di gotarên xwe de îşare bi xebata xelkê Kurdistanê li dijî Komara Îslamî kirin.