Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Selah Azadî” Çalakvanê Sendîkaya Mamosteyan bi salek girtîgehê hate cezadan

11:38 - 12 Şibat 2023

“Selah Azadî” Çalakvanê Sendîkaya Mamosteyan û Endamê Encûmena Sendîkayî ya Mamosteyên Kurdistan-Merîwanê, bi tohmeta “propaginde li dijî nîzamê” ji aliyê taye 1 a dadgeha Şoreş ya rejîma Îranê li bajarê “Merîwan”ê salek girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Roja Çarşemî 11ê Cozerdana 1401an a Rojî, kombûna pêragehiştin bi tohmetên ku li dijî navbirî hatibûne sepandin li dadegeha Şoreş a rejîma Îranê li bajarê “Merîwan”ê hatibû lidarxistin.

Ew çalakvanê sendîkayî bi tohmeta “propaginde li dijî nîzamê, têkdana hizira giştî û alîgirê hizbeke Kurd ji rêya danîna vîdiyo û wêneyan di nava torên civakî de” bo dadgeha rejîmê li bajarê “Merîwan”ê hatinû gazîkirin.

Roja Yekşemî 18ê Xakelêweya îsal, “Selah Azadî” bo îdareya Polîsa “FETA” ya li bajarê “Merîwan”ê hatibû gazîkirin û piştî lêpêçînê, dest bi ser mobayla navbirî de hatibû girtin û dosiyeya wî bo taya 1a dadgeha rejîmê li “Merîwan”ê hatibû veguhastin.