Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Kanadayê xwenîşandanek bo piştevanîkirin ji gelên Îranê bi rê ve çû

11:42 - 12 Şibat 2023

Roja Şemî 22ê Rêbendana sala 1401an a Rojî, wekî hemû rojên Şemiyekê ji aliyê Kurd û netewên din ên Îranê yên rûniştiyên welatê Kanadayê, xwenîşandanek bi armanca piştevanîkirin ji şoreşa “Jîna”yê bi rê ve çû û komîteya Hizba Demokrat yek ji birêveberên vê xwenîşandanê bû.

Di vê xwenîşandanê de peyama komîteya Hizba Demokrat a li Kanadayê ji aliyê “Faîze Newzad” ve hate pêşkêşkirin; Navbirî di vê peyamê de behsa tundûtîjî û revandina nûciwanên Kurdistan û Îranê ji aliyê hêzên serkutker ên rejîmê ve kir; Herwisa daxwaz ji welatên cîhanê û bi taybet dewleta Kanadayê kir ku Spaha Pasdaran a terorîst, bixine nav lîsteya rêkxirawên terorîstî.

Vê carê xwenîşandan li Kanadayê, digel salvegera şoreşa gelan li Îranê li 22ê Rêbendana 1357an a Rojî hevdem bû, lewma xelkek zêde di vê xwenîşandanê de beşdarî kiribûn û li dijî rejîma Îranê dirûşm dan

Dî vê xwenîşandanê de girûpeke mîzîkê ya Japonê bo piştevanîkirin ji şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”yê bi bernameyeke taybet beşdarî kirin.