Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Norwêjê Kurdên rûniştiyê wî welatî li dijî rejîma Îranê xwenîşandanek lidar xistin

17:11 - 12 Şibat 2023

Endam û alîgirên Hizba Demokrat û aliyên din ên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê yên rûniştiyê Norwêjê, xwenîşandanek li dijî rejîma Îranê li ber deriyê balyozxaneya vê rejîmê li bajarê Osloyê bi rê ve birin.

Roja Înê 22ê Rêbendana sala 1401an a Rojî, ji aliyê Komîteya Hizba Demokrat û aliyên siyasî yên din yên Rojhilatê Kurdistanê ku beşdarê vê xwenîşandanê bûn, biryarnameyek hate ragihandin û daxwaz ji welatê Norwêjê hate kirin ku hewlê bide Spaha Pasdaran a rejîma Îranê wek rêkxiraveke terorîstî nas bike û balyozxaneya rejîma Îslamiya Îranê di wî welatî de dayxe û dîplomat-terorîstên rejîma Îranê jî ji welat derxîne, herwisa nûnerê Norwêjê li Îranê bizivirîne û hemû pêwendiyên xwe digel rejîma Tehranê rabigre.

Xwenîşanderan bi dirûşmên wek merg û neman bo Xamineyî, merg û neman bo rejîma Îslamî û dana dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi zimanê Kurdî, Norwêjî, Ingilîsî û farsî  dawî bi xwenîşandana xwe anîn.