Pêka dawî amara qurbaniyên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê, 37 Hezar û 32 kesan canêxwejidest dane û ji vê rêjeyê 32 hezar û 605 kes li Bakur û Tirkiyê bûne û 5 Hezar û 300 kes jî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bûne û herwisa 93 Hezar kes jî li her du welatan birîndar bûne.
Lêgerîn bona peydakirina welatiyan di bin avahiyên herifî de berdewam e û her bi vê sedemê amar deqe bi deqe zêdetir dibin.
Ji aliyek din ve, Saziya Cîhanî ya Tendûristiyê li derheq belavbûna nesaxiyan li Tirkiye û Sûriyê bi sedema nebûna xweparêziyan û kelûpelên hewce yên paqijkirinê hişdarî daye.
Saziya Bûyerên Pêşbînî nekirî yê Tirkiyê ragihandiye ku, ji 17ê Rêbendanê heta niha zêdetir ji 2 Hezar û 400 paşhej hatine.