Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gardiyen: “Rejîma Îranê dironên pêşkevtî yên nû bo Rûsiyê şandine”

10:53 - 13 Şibat 2023

Rojnameya Birîtaniyayî ya bi navê “Gardiyen”ê belav kiriye ku, rejîma Îranê bi qaçaxî dironên nû yên pêşkevtî bo Rûsiyê şandine.

Rojnameya “Gardiyen” roja Yekşemî 23ê Rêbendanê belav kiriye ku, rejîma Îranê bi rêya gemiyan û firokeyên barhilgir ên rejîmê, çendîn curên dironan yên nû û pêşkevtî bo bikaranîna wan di şerê digel Ukraynê de, bi qaçaxî bo Rûsiyê şandin e.

Pêka rapora vê rojnameya Birîtaniyayê, piştî serdana heyeteke taybet a 10 kesî ji piledar û teknîsiyên Rûsiyê li bajarê Tehranê û zanîna şêwaza berhemanîna dironan li Îranê, zêdetir ji 18 diron bo hêza deryayî ya Rûsiyê hatine şandin.

Herwisa Rojnameya Gardiyenê belav kiriye ku, 6 diron ên cura “Mihacir-6” ku şiyana hilgirtina 2 mûşekan heye û 12 dironên cura “Şahid-191” û “Şahid-129” ji navendeke rejîmê li qiraxaveke behra Xezerê bi gemiyeke Rûsiyê hatiye dan û beşek din bi rêya balafirên barhilgir ên rejîmê bo balafirxaneya Moskoyê hatine şandin.

Heta niha hejamreke zêde ji dironên rejîma Îranê ku bo Rûsiyê hatine şandin, ji aliyê hêzên Ukraynê ve xistine xwarê û rojnameya Gariyenê wêneyek ji wan dironan belav kiriye.