Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamoste Şerîf Mehmûdpûr û mamoste Seyîd Silêman Ehmedî li girtîgeha rejîmê de hatin azadkirin

11:27 - 13 Şibat 2023

Roja Yekşemî 23`ê Rêbendana 1401`an, mamoste Şerîf Mehmûdpûr pêşnmêjê mizgevta Resûlila ya Peswêya ser bi bajarê Pîranşarê û mamoste Seyîd Silêman Ehmedî yek ji mamosteyê Xwandingeha Zanista Olî ya Selahedîn Eyûbî ya Pîranşarê bi danîna barimteyê li girtîgeha Navendî ya Urmiyê azad bûn.

Ew her du mamosteyên olî yên Kurd bi danîna barimteya bi qasî 500 milyon Tumenî bi awayê demkî heta bidawîhatina dewrên lêpirsînê li girtîgeha rejîmê ya li Urmiyê hatine azadkirin.

Herwisa ew her du mamosteyên Olî di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêragihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe bê par bûn.

Şeva Duşemî 3`ê Rêbendanê, mamoste Şerîf Mehmûdpûr piştî xwandina daxuyaniya mamosteyên Olî yên bajarê Pîranşarê û yên derdorê ya li derheq bidarvekirinên heyamên derbasbûyî, binçavkirinên beredayî, îşkencekirina girtiyan û dana cezayên keyferî ji wan re, bi bê nîşandana belgeyên yasayî ji aliyê hêzên serkutker yên rejîmê ve hatibû binçavkirin û herwisa hêzên serkutker yên rejîmê bêrêzî pê kiribûn.

Pêka nûçeya Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, biryara binçavkirina demkî ya mamoste Yûnis Noxwa, yek din ji mamosteyê yê xwandingeha Zanista Olî ya Selahedîn Eyûbî ya Pîranşarê bo heyama 15 rojên din hat dem dirêjkirin.

Wê çavkaniya haydar ya “Kurdpa”yê daye zanîn ku, mamoste Yûnis Noxwa di heyama binçavkirinê de ji aliyê hêzên serkutker yên rejîmê ve hatiye îşkencekirin.

Mamoste Yûnis Noxwa ji taya 6 a dadgeha taybet ya Rûhaniyet a Tewrêzê bi serokatiya dadwer, “Elîesxer Hoşyar” bi heps û mafê nebûna ji xwekirina kincên rûhaniyetê hatiye cezakirin.