Gelek ji malbatên qurbaniyên balafira Ukraynê ku ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîste ve bibû armanca mûşekan û 176 kesan canê xwe ji dest dabûn, sikalaya xwe li dadgeha leşkerî ya bajarê Tehranê paşvê wegerandine.
Beşek ji malbatên qurbaniyên Balafira Ukraynê gotine ku dadgeha leşkerî ya bajarê Tehranê bi sedema neşiyan, nebûna rewatî û nebûna îrade bo dadgehîkirineke serbixwe nikare pêregihîştin bi dosyeyên wan bike lewma wan sikalayên xwe yên li vê dadgehê wergirtine.
“Ebas Sadiqî” ku bavê du kes ji qurbaniyên balafira Ukraynê yên bi navên “Sehend û Elvend Sadiqî” ye bi belavkirina girte vîdiyoyekê bi tekezî gotiye: “Rejîma Îslamiya Îranê 3 rojan piştî xistina xwarê ya balafira Ukraynê, bi belavkirina çewtekarî û derevan şûnwarê cinayet û tawanên xwe têk da û ji nav bir û karnasên Dezgeha dad yên vê dosyeyê de her ew karbidestên rejîmê bûne û wan karnasan di nîşandana rastiyan de çewtekarî kirine.
Ti berpirsekî payebilind ê rejîmê di dadgeha leşkerî ya bajarê Tehranê de nehatiye dadgehîkirin û rejîmê ew cinayeta xwe bi sikalaya mirovî binav kiriye.