Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa perê Dolarê Amerîkayê li Îranê gihîşt sînorê 46 Hezar Tumenî

12:04 - 13 Şibat 2023

Di berdewamiya rewta bilindbûna nirxa perê welatên biyanî li Îranê ku, bi wateya dakevtina qîmeta perê Îranê ye, nirxa her Dolarê Amerîkî li bazarên Îranê, roja Yekşemî 23`ê Rêbendanê gihîşt bi nêzî 46 Hezar Tumenî.

Herwisa nirxa perê Euro li bazara azad a Tehranê nêzî 50 Hezar Tumenî û her Pundek Birîtanî jî 55 Hezar Tumen hatiye mi`amilekirin.

Berpirsên rejîma Îslamiya Îranê tevî xwe dûrgirtin li her cure berpirsayetiyekê li hember kirîza aborî, sebeba wê dixin stûyê dujminan.

Li destpêka sala 1401`ana Rojî de, nirxa perê Dolar liçav Riyal ji sedî 40 zêde bûye û li destpêka meha Rêbendanê bo heyameke kêm heta 45 Hezar Tumenî bilind bû, lê piştî dakevtinek kêm dubare bilind bû.

Herwisa hinek karnasên warê aborî, sebeba bilindbûna nirxa Dolar di vê dawiyê de, ji ber nirxa zêde ya enfilasyonê û nexdînigî li Îranê û herwisa givaşên Amerîka li ser welatên cîranê Îranê yên weke Îraqê didin zanîn.