Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civînek siyasî li derheq rewşa Îran û Kurdistanê li Almaniyayê bi rê ve çû

12:16 - 13 Şibat 2023

Roja Şemî 22ê Rêbendanê, Heyeta Pêwendiyan û Komîteya PDKÎ li welatê “Almaniya”yê bi serpereştiya “Sultan Gulawî” endamê Komîte û perpirsê pêwendiyên Hizbê li welatê “Almaniya”yê li ser banghêjiya hizba “Sosyal Demokrat” a wî welatî di civînek siyasî li ser navê “li Îranê çi diqewime” beşdarî kir.

Hizba “Sosyal Demokrat” a welatê Almaniyayê, di salroja şoreşa sala 1357an û îşarekirin bi rewşa niha ya Îranê û şoreşa “Jîna”yê civînek taybet li bajarê “Koln” a welatê “Almaniya”yê û bi beşdariya komek kesayetiyên Almanî, Îran û Kurdan lidar xistibû.

Ew civîna siyasî li du penêlan pêk hatibû, di penêla yekem de bi giştî basek li ser rewşa niha ya Îranê û meşa xwenîşandanên Îranê hat kirin, û piştire “Sena Ebidî” Endama Perlemana Federal ya Almaniyayê, basek li ser tepeserkirina xelkê Îranê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve û pilan û bernameyên “Almaniya”yê bo zêdekirina dorpêçan li ser Îranê û pêngavên hewce bo bi têrorîst nasandina Spaha Pasdaran ji aliyê Yekîtiya Ewropa yê ve pêşkeşî amade bûyan kir.

Her di vê derheqê de “Mîna Ehedî” weke Nûnera Komîteya Lihemberderketina Cezayê Îdamê îşare bi rewşa girtiyên siyasî li Îran û Kurdistanê kir.

Piştire “Sultan Gulawî” Berpirsê Pêwendiyên Hizbê li “Almaniya”yê basek li ser daxistina balyozxaneyên rejîma Îranê li Ewropa yê û bûyerên têrora “Mîkonos”ê û cezaya dîrokî ya dadgeha “Berlîn”ê kir.

Di penêla duyem de basek li ser rol û pêgeha netewên ne Faris ku yek ji wan “Kurd in” hat kirin û du perlementerên Almanî “Karolîn Kîrêş” û “Sena Ebidî” û herwisa Pirosfesor “Feryad Fazl Umer” Serokê Enîstîtoya Lêkolînên Kurdî li zanîngeha “Berlîn”ê û “Nesirîn Remezanî” Çalaka Kedkarî axavtin kirin.

Pirofesor “Feryad Fazl” bi hûrî li ser rewşa Kurd ya her çar aliyên Kurdistanê û bi taybet rewşa Rojhilatê Kurdistanê gotarek pêşkêş kir.