Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezaya girtîgehê bo ser du welatiyên xelkê bajarê Bokanê hate sepandin

12:20 - 13 Şibat 2023

Du welatiyên xelkê bajarê Bokanê yên bi navên “Diyar Xurşîdî û Husên Qismetî” ji aliyê dezgeha dad a rejîmê ve cezaya girtîgeh û lêdana qamçiyan li ser hate sepandin.

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, du welatiyên xelkê Bokanê yên bi navên “Diyar Xurşîdî û Husên Qismetî” ku di meşa serhildana “Jîna”yê de hatibûn binçavkirin, ji aliyê dadgeha rejîmê li bajarê Bokanê cezaya girtîgeh û lêdana qamçiyan hat sepandin.

Dadgeha rejîmê li bajarê Bokanê, “Husên Qismetî” bi tohmeta beşdarîkirina li xwenîşandanên bajarê Bokanê, bi 6 meh girtîgeh û lêdana 30 derbên qamçiyan û “Diyar Xurşdî” jî bi 4 meh girtîgehê ceza kir.

“Diyar Xurşîdî” roja 30ê Xezelwera sala 1401an a Rojî hatibû binçavkirin û piştî lêpirsînê bi danîna barimteyê hatibû azadkirin ku piştî sepandina vî cezayî, niha bo derbaskirina cezaya xwe li girtîgeha rejîmê li bajarê Bokanê de ye.

Herwisa “Husên Qismetî” 28ê Xermanana sala 1401an a Rojî hatibû binçavkirn ku piştî lêpirsînê bi danîna barimteyê bi awayê demkî hatibû azadkirin û ji aliyê dadgeha rejîmê ve li bajarê Bokanê cezaya 6 meh girtîgeh û lêdana 30 derbeyên qamçiyan li dijî hate sepandin.