Xelkê bajarê Avdanan yê girêdayî bajarê Îlamê hatine ser şeqaman û bi dana siloganan û hilkirina agir li dijî rejîmê berxwedan.
Şeva derbasbûyî 12ê Rêbendanê, xelkê bêzarbûyî ji rejîmê li bajarê “Avdanan” yê girêdayî bi bajarê “Îlam”ê bi awayeke berfireh li dijî desthilata rejîma Îranê rijiyane ser şeqaman û agir berdane peykera Besîc li wî bajarî.
Piraniya şeqam û kolanên bajar di bin kontirola ciwanên şoreşgêr yên bajarê “Avdanan”ê de bûn û bi dengê bilind li dijî rejîma dîktakor û rêberê rejîmê silogan didan û rêyên nava bajar bi agir girtin.
Her di vê derheqê de Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê di nûçeyekê de ragihandiye ku piştî hatina xelkê bajarê “Avdanan”ê bo ser şeqaman hêzên tepeserker yên rejîmê êrîşkirine ser mala bavê “Pejare Melekî” Çalakvanê Siyasî yê Kurd ku li derveyî welate û teqe ji mala wî kirin.